SerekeSîyasî

Li Stenbolê, nava 24 sehetên dawîda, herî kêm 90 kes hatin binçevkirin

Di encama serdagirtinên polîsan, yên piştî êrîşa çekdarî ya dijî mehkema Stenbolê pêk hat, 90 kes hatine binçevkirinê.

Piştî êrîşa çekdarî ya li dijî qereqola polîsan ya li ber avahîyê mehkema navçeya Çaglayanê ku roja sêşemê pêk hat, polîsên tirk ser hemû Stenbolê girtin. Di encama êrîşêda 3 kes hatine kuştinê, 5 kes jî birîndar bûne. Di nav kuştîyanda 2 êrîşkar jî hene.

Di van opêrasyonanda 90 kes hatine binçavkirin, nava wanda şuxulkarên çandê û rojnamevan.

Girtî 24 seheta bi qedexeya gîhandina alîkarîya parêzeranra rû bi rû mane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button