H’emû nûçeSereke

Nêçîrvan Barzanî rastî serokwezîrê Ermenîstanê hatîye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Myûnxênê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hatîye.

Serokatîya Herêma Kurdistanê daxuyand ku di hevdîtinê de ev mijar hatine nirxandin:

“Pêwendîyên Ermenîstanê yên aborî û bazirganîyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa aloz ya Rojhilata Navîn, şerê li Ûkrayînayê û encamên vî şerî”.

Nêçîrvan Barzanî û Nîkol Paşînyan gotine ku ew ji  bo pêşdabirina pêwendîyan amade ne.

Herdu alî li ser zîyareta plankirî ya Nêçîrvan Barzanî ya Ermenîstanê û bernameya vê seredanê axivîne.

Barzanî û Paşînyan rewşa temamîya herêmê nirxandine û gotine ku aramî gerekê bê parastinê û pirsgirêk gerekê bi rêya aşîtîyê bêne çareserkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button