Wezîrê Qazaxstanêyî karên der derheqa girîngîya “Xaçerêya aşîtîyê” da xeberdaye

Wezîrê Qazaxstanêyî karên der Mûrat Nûrtlêû derheqa girîngîya projeya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” xeberdaye.
Wextê prêss-konfêransa li Yêrêvanê pêkhatî, wezîr gotîye,wekî hevkarê wî Ararat Mîrzoyan înîsîyatîva alîyê ermenî, ya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye. Bi gotina wezîrê qazax, proje bona herdu welata girînge.
“Bona ku korîdora navîn bi potênsîyala xwe bixebite”,-wezîr daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye,wekî tabîya Ermenîstanêye gêografî bona Qazaxstanê girînge.
Em bîr bînin,wekî korîdora navîn Avropayê Asîyayêva dide girêdanê. Niha ew rê nava Tirkîyayê, Gurcistanê, Adirbêcanê û paşê berbi Asîya Navîn diçe. Adirbêcan û Tirkîya “korîdorê” nava qeza Syûnîkêra dixwezin.Ermenîstan amadeye rîya veke, heger Adirbêcan jî wê yekê li ser hîmê serbixwetîyê û wekehevtîyê bike. Adirbêcan korîdorê bêyî kontrola ermenî dixweze.







