H’emû nûçeSereke

Piranîya bankên Ermenîstanê wê  30 ê adarêda  qebûlkirina kartên “Mîr” rawestînin: RBC

Kartên pergala dravdana rûsî “Mir”  sala 2024 a ATM û POS-têrmînalên piranîya bankên Ermenîstanê wê ji 30 ê adarê pê ve kar rawestînin, ji xeynî binesaziya VTB Armenia Bank (bankeya pêvek ya VTB ya rûsî). Nûnerê “VTB Ermenistan” li ser vê yekê ji RBC re got. Niha kartên “Mîr” li Ermenîstanê dixebitin û ji alîyê bankên herêmî ve tên qebûlkirin. Çavkanîya RBC ya di bazara dravdana Rûsyayê de jî li ser bidawîbûna karê wan li piranîya bankên welêt şahidî kir.

Ji 30 ê adarê pê ve, dravdana bêpere ya li têrmînalên POS-ê û wergirtina dravê li bankomatên bankên din yên komarê dê ji bikarhêneran re nebe. Ew ê bi tu awayî bandorê li kartên VTB (Ermenîstan) neke. Ewî serda zde kirîye,wekî bank bi temamî xizmeta kartên “Mîr” dike.

“Ji bo xwedîyê kartên “Mîr” yên koma bankên VTB û her bankeke din ya rûsî, karûbarên girîng hîn jî peyda dibin: wergirtina drav li bankomatên VTB (Ermenîstan), dravdana ji bo karûbarên di banka serhêl, kirîna serhêl (heke karûbarê bi qarta “Mir” re bixebite )” – nûnerê rêxistina krêdîyê got. Li Ermenistanê 53 beşên VTB kar dikin, 22 ji wan li Yêrêvanê ne. Di heman demê de xerîdar li seranserê welêt gihîştina zêdetirî 190 bankomatan jî hene.

“Em bi welatên dost re li ser binesazîya wan di warê qebûlkirina kartên “Mîr” de berdewam in” Her welatek bi serê xwe biryarê li ser pejirandina van kartan dide”,- nûnerê banka navendî ya Rûsyayê gotîye.

Sala 2024 a meha sibatê de, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî cezayên sînordar li dijî opêratorê pergala karta paymentê ya neteweyî danî. Wê demê ji xeynî Ermenîstanê kartên “Mîr” li Qazaxistanê, Bêlarûsê, Vîêtnamê, Abxazîyayê, Osêtya Başûr, Qirqizstanê, Tacîkistanê û Kûbayê jî dixebitin. Berî niha banka Bereke ya Qazaxistanê derbarê rawestandina kartên “Mir” de agahdar kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button