H’emû nûçeSereke
Yûnûsov: Ûkraînayê wextê şerê tevî Ermenîstanê sîlih dane Adirbêcanê
Azêrî ji alîyê Ûkraînayê dijî Rûsîyayê şer dikin û nava pareskerê gurcada welatîyên Adirbêcanê hene. Derheqa wê yekêda serokê beşa mîgrasîyayê, yê înstîtûta Adirbêcanêye aşîtîyê û dêmokrasîyê, Arif Yûnûsov gotîye.
“Adirbêcanê, bi qayîlkirina Tirkîyayê û Moldovayêra, usa jî bayratkar û sîlihên başqe dane Kîêvê. Nava şerê li Ûkraînayê 150 azêrî hatine kuştinê, lê 70 jî bêser-berate unda bûne”,- ewî gotîye.
Bi gotina wî, Adirbêcan piştgirîya Ûkraînayê dike, kîjanê wextê şerê tevî ermenîya sîlih dane Bekûyê.
“Bi vî hemû tiştîva girêdayî, li Adirbêcanê fikirdarîyên dijî rûsa hene.Adirbêcanê sirîya xweda wextê şerê Ûkraînayê piştgirî daye Kîêvê”,- Yûnûsov gotîye.