Serok Barzanî di peyama xwe de gotîye: “Em êrîşa têrorîstî ya şeva borî ya li Moskvayê ku sîvîlên bêguneh kirîye armanc, bi tundî şermezar dikin”.
Serok Barzanî herwiha got: “Ez sersaxîyê ji malbat û kesûkarên qurbanîyan re dixwazim û xwe bi hevxemê gel û hukumeta Rûsyayê dizanin”.
Denê êvarê êrîşek li avahîyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskvayê hate kirin. Li gor amaran jî, zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.
Piştî êrîşê DAÎŞ ê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsîyarîya êrîşê girt ser xwe.