SerekeSîyasî

Emê nizanibin ku li Crocus City Hall ê çi qewimîye: sîyasîzan

Emê nizanibin ku li Crocus City Hall  ê çi qewimîye.Derbarê wê yekêda Alêksandr Îskandaryanê sîyasîzan gotîye miqaledarê News. am ê.

Ewî serda zêde kirîye, wekî sibê dikarin bêjin ku ew ji alîyê  ûkraînada, Rojavayê, yan jî fûndamêntalîstên îslamîda hatîye kirinê, lê çetine bawarîya xwe vê yekê bînin.

Bi gotina wî, merivên girtî hatine zêrandinê û ew xwe mikur hatine.

Bi qîmetkirina wî, ew yek ji alîyê organîzeyeke cudada hatîye mîyaserkirinê.

Bi gotina sîyasîzan, sîstêmên ewlehkarîyê baş nexebitîne û bona têrorîsta mecal pêşda tên.

“Heger dewlet nikare kontrolke, wî çaxî usa dibe û têrorîzma vê masştabê rîskên mezin pêşda tîne”,- Alêksandr Îskandaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button