Li parêzgeha Wanê, heftêya borî bi hinceta PKK ê 28 kes hatin desteserkirin.
Rêveberîya ewelehîyê ya Wanê ragîhand ku di navbera 17 û 24 ê Aadara sala 2024 a de bi hinceta “rêgirîkirina çalakîyên rêxistinê” opêrasîyon hatine kirin.
Li Wanê di opêrasîyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkarîya PKK ê” 28 kes hatin desteserkirin.
Hatîye ragîhandin ku derbarê kesên desteserkirî karên yasayî hatine destpêkirin.
Li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê, hêzên ewlehîyê rojane bi ser malan de digrin û bi hinceta PKK ê xelkê sîvîl, çalakvan û sîyasetmedarên kurd desteser dikin.