H’emû nûçeSereke
Rasmûsên sîyaseta hukumata Ermenîstanê çawa ya serbixwe hesab dike
Serokwezîrê Danîyayêyî berê û sêkrêtarê NATO ê yî berê Andêrs Fog Rasmûsên li ser wê fikirêye,wekî li Ermenîstanê dêmokrasî dişuxule û ew jî nava cînartîya gêopolîtîka girandane û hukumata Nîkol Paşînyanê serokwezîr birîyar kirîye sîyaseta Ermenîstanêye der bidine dîvêrsîfîkasîyakirinê û berbi Rojavayê herin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Rasmûsên piştî belavkirina raporta koma bi serokatîya wî gotîye.
Ewî usa jî derheqa bûyarên li Qerebaxê xeberdaye û gotîye,wekî piştgirî usa jî boy binelîyên Qerebaxê pêwîste.
Rasmûsên bi hêvîdarî gotîye,wekî mecala Avropayê heye piştgirîyê bide dêmokrasîya û aşîtîya li Qafqasîya Başûr.