Hilbijartinên Curnê Reş ya Ruhayê yên şaredarîyê hatin betalkirin. Lijneya bilind ya hilbijartinê biryara betalkirina hilbijartinên Cûrnê Reş da ku di hilbijartina 31 ê adarê de li Curnê Reş namzetê Dem Partîyê Serhan Paydaş 33.20 selef, namzetê Ak partîyê Alî Bayik jî 30.72 selef yê dengan wergirtibû.
Li ser îtîraza Ak partîyê ya bo 15 sendoqan jî lijneya bilind ya hilbijartinê biryar da ku deng ji nû ve bên hejmartin û paşê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin bê betalkirin û 2 ê hezîranê de careke din bê kirin. Di hilbijartinên sala 2019 a yên şaredarîyan de li Curnê Reş Ak partîyê 49 selefê dengan wergirtibû û HDP ê jî 33 sêlefê dengan wergirtibû.