H’emû nûçeSereke

Dîplomasîya xavyarê: çawa Adirbêcan bi lobbîya xwe ya li Avropayê ji cezayan dûr dikeve

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 5 ê nîsanê  bi seroka komîsyona Yekîtîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê û sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên re bicive. Li hember vê rewşê, Adirbêcanê gotinên xwe yên li dijî rojava bi tundî zêde kir, gefa êrîşê li Ermenîstanê xwar û “parêzvanên” xwe bi zêdebûnê tawanbar kir.

Heya niha, tevî ku Adirbêcan di warê azadîya medenî û sîyasî de ji Îranê, Rûsîyayê û Bêlarûsê gelek cudahî nîne, Bakû bi awayekî serketî xwe ji cezayên navneteweyî dûr dixe.

Paqijkirina êtnîkî ya li Qerebaxê û jinavbirina tam ya mûxalefetê di hundirê welêt de tu encamek dernexist, ji bilî, dibe ku heye Adirbêcanê di Wekîlên Avroparlamêntê de ji desthilatê bêpar bike.

Adirbêcan ji sala 2001 ê ku tevlî Konseya Avropayê bû, têknîkên lobbîyê yên ku bi navê “dîplomasîya xavyarî” tê binavkirin, bikar tîne. Piştî skandalên bertîlê yên sîyasetmedarên avropî, stratêjî guhêrî, lê dîsa jî bandorek girîng li ser pêvajoya biryargirtinê li Yektîya Avropayê dike. Bo nimûne, li Swêdê, rayedar tenê fînansmana strûktûrên girêdayî lobbîyên Adirbêcanê zêde dikin.

Ji alîyekê ve nebûna berteka yekser ya serkirdayetîya Yekîtîya Avropayê li hember kiryarên Adirbêcanê yên li Qerebaxê dihat çaverêkirin. Paqijîya etnîkî ya rastîn ku di meha îlonê de bandor li 100 000 niştecihên Qerebaxê kir, avropî hinekî şok kir, ji nişkê ve wan nema karîbû guh nedin vê rastîyê ku Adirbêcan bi êrîşa li ser nifûsa ermenî ya devera nakok ji rojhilat ve û rêyên li rojavayk girtina revê pevçûnê gurtir dike.

Ji alîyek din ve, qet kes matmayî namîne ku kiryarên Adirbêcanê li dijî wê nebûn sedema cezakirin. Piştî îlona sala 2023 a û bi rastî jî şerê Qerebaxê yê duyemîn yê  sala 2020 î, di pratîkê de tiştek neguherî. Eva li halekê ye ku zextên li ser sazîyên sîvîl yên Adirbêcanê ewqas zêde bûne ku ji bo cîhanê jî zehmet bûye ku çavê xwe  bigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button