H’emû nûçeSereke

Sala 2024 a de zêdebûna berhema navxweyî ya Ermenîstanê wê 5,5 selefbe: banka cîhanî

Banka cîhanî pêşbînîya mezinbûna berhema navxweyî ya Ermenîstanê  salên 2024-2025 de li gorî pêşbînîya meha çile ya berê zêde kir. Derheqa wê yekêda li raporta banka cîhanî ya  Avropayê û Asyaya Navîn de  hatîye gotin.

Li gorî raportê, pêşbînîkirin ku mezinbûna berhema navxweyî ya Ermenîstanê  sala 2024 a de 5,5 selef û di sala 2025 a de jî 4,9 selefbe ku ji pêşbînîyên meha  çile.

Li Ermenîstanê û Gurcistanê têmpên zêdayê wê kêmbin  ji ber ku faktorên ku dibin sedema wê, herikîna mezin ya koçberan ji Rûsyayê qelis dibin.

Di heman demê de li Ermenîstanê bêkarî bi 13,75 selefî kêm bûye û gihîştîye 12,5 selefî. Herwiha tê gotin ku aylix bi12,5 selefî zêde bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button