SerekeSîyasî

Li Hesekê metirsîya nemana ava vexwarinê heye

Rêxistinên mirovî yên ku av ji bo xelkê Hesekê peyda dikirin, dibêjin îdî ew nikarin wê yekê bikin.

Vê yekê metirsî li ser malbatên hejar çêkirîye ku av bi dest wan nekeve.

Li Hesekê her bermîlek av bi 7 hezar lîreyên sûrî tê firotin, rojane pêwîstîya her malekê bi 2 bermîlên avê heye.

Xelkê bajarê Hesekê û derdora wê di krîzeke tundtir ya kêmbûna avê de ne.

Ava Elokê bi temamî rawestîyaye

Ji çend mehan ve, stasyona avê ya Elokê bi temamî rawestîyaye.

Niştecîhên bajêr avê bi tankeran dikirin.

Hejmareke rêxistinên mirovî jî avê ji malbatên hejar re peyda dikin.

Lê bi nêzîkbûna havînê re, ew rêxistin dibêjin ku dê nikarin avê dabîn bikin lewma metirsîyeke mezin li ser malbatên hejar heye.

Bermîleke avê bi 7 hezar lîreyên sûrî ye.

Niha li bajarê Hesekê, bermîlekî avê bi 7 hezar lîreyên sûrî ye.

Mûçeyê mehane yê karmendekî hökömeta Sûrîyayê jî 35 hezar lîreyên sûrî ye.

Malek rojane pêwîstî bi 2 bermîlên avê heye.

39 caran ava stasîyona Elokê hatîye qutkirin.

Rêveberê sazîya avê ya Hesekê ya hökömeta Sûrîyayê Mihemed Mehmûd Osman ji mêdya nêzîkî hökömetê re ragîhand ku ji dema dagirkirina Serê Kanîyê ji alîyê Tirkîyayê ve, grûpên çekdar 39 caran ava stasîyona Elokê ji ser bajarê Hesekê û gundewarên wê qut kirine.

Herwiha nêzîkî mîlyonek û 500 hezar welatî ji avê hatine bêparkirin.

Herî dawî ji 8 mehan ve, ava stasîyonê bi temamî hatîye qutkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button