Sereke

Paşînyan tevî Toyvo Klaar pêvajoya dîyarkirina sînora gotûbêj kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr nûnerê Yekîtîya Avropayê, yê li Kafkasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.

Ji hukumatê elam kirine wekî wextê hevdîtinê usa jî baylozê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê, yê li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos amade bûye.

Xeberdan derheqa halê li herêmê, dora danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê, pêvajoya dîyarkirina sînora çûye.Pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û pêşkeftina pêşerojê hatine gotûbêjkirinê.Toyvo Klaar careke mayîn daye dîyarkirinê,wekî Yekîtîya Avropayê bi temamî piştgirîyê dide pêvajoya danûstandinên Ermenîstanê û Adirbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button