H’emû nûçeSereke
Yekemîn posta sînora hate sazkirin
23 ê nîsana sala 2024 a li ser bingeha pîvandinên gêodêzîk, di çarçoveya xebatên sererastkirina koordînasîyonê de li ser sînorê Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê yekem qereqola sînor hate danîn. Xebatên komên pispor yên herdu welatan berdewam dikin.
Wek ku hatibû ragîhandin, li gorî lihevkirinên ku di encamê civîna 8 emîn ya komîsîyona nîşankirin û ewlehîya ya sînorên dewletê ya di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de û komîsîyona dewletê ya destnîşankirina sînorên dewletê yên di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê de, îro li ser bingeha pîvandinên gêodêzîk yên li ser malperê, komên pispor dest bi pêvajoya dîyarkirina koordînatan kirin.