H’emû nûçeSereke

Ji 22 ê gulanê heta 22 ê tîrmehê dê pêşangehek ji bo 100 saliya  Şarl Aznavur be vekirin

Pêşangeha demkî ya ku ji bo stranbêj û lîstikvanê navdar yê cîhanê  Şarl Aznavûr, ku li Yêrêvanê tê organîzekirin, tê pêşkêş kirin, bi qasî 250 pêşangehên kêm yên têkildarî jîyan û çalakîyên şansonîer, ku di nav wan de wêneyên kêm, kovarên ku li welatên cîhê hatine weşandin, çapên bîranînê hene,  raber dike, albûmên dengî, û her weha nimûneyên bêhempa yên posterên fîlmên ku bi Aznavûr re hatine kişandin.

Pêşangeh li ser bingeha koleksîyona ku bi hewldanên hevpar  yê Ucom Ralf Yîrîkyan û doktorê  dîrokî Hayk Demoyan ve hatî çêkirin, ji bo bîranîna ermenê mezin hate lidarxistin.

Pêşangeh ji çar beşên sereke pêk tê, ku tê de nêzîkî 50 wêneyên bêhempa û hîn kêm naskirî, nêzîkî 100 albomên mezin û biçûk di salên cuda de derketine, û her weha bêtirî 30 posterên orîgînal yên fîlmên ku li Fransîyayê û welatên din bi beşdarîya Şarl Aznavûr di salên cuda de dê bê  raber kirin.

Bi dehan  kovarên pirzimanî yên ku di salên 1950-2000 de bi wêneyê Şarl Aznavûr hatine weşandin, pêşangeheke cuda ne. Di pêşangehê de madalyayên bîranînê, mohr, nîşan, kartpostal û mijarên din yên ku ji bo jîyan û çalakîyên Şarl Aznavûr hatine veqetandin jî dê di pêşangehê de cîh bigirin,

Hin pêşangehên ku di berhevokê de cih digirin dê li Gumirîyê jî bên pêşandan. Înîsîyatîv dixwazin piştî bidawîbûna pêşangehê tevahyîa berhevokê dîyarî mûzexaneya Şarl Aznavûr li Yêrêvanê bikin da ku pêşangehên mayînde û demkî saz bikin.

Vekirina fermî ya pêşangehê dê li mûzeya neteweyî-înstîtûta mîmarîyê ya bi navê Aleksandr Tamanyan,  22 ê gulanê seheta 16:00 an de.

Pêşangeh wê heta 22 ê tîrmehê berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button