H’emû nûçeSereke

Lîtva ji  Yêrêvan û Bakûyê re raber dike ku ezmûna xwe di rakirina blokan de bi kar bînin

Komara Lîtvayê di çarçoveya plana transîtê ya herêma Kalînîngradê de gelek caran ezmûna xwe bi Fêdêrasyona Rûsyayê re parve kirîye di çarçoveya vekirina plana transîtê ya herêma Kalînîngrad de parve kir.

Balyozê  Lîtvayêyî li Ermenîstanê Andrîûs Pûlokas di hevpeyvîna xwe ya ji bo “Armênprêss” ê gotîye û dîyar kirîye ku Lîtva û Ermenîstan ji alîyê erdnîgarî ve dişibin hev.

Balyozê di heman çarçoveyê de di navbera vekirina mûhtemel ya peywendîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û ezmûna heyî ya Fêdêrasîyona Lîtvayê-Rûsîyayê di heman çarçoveyê de berawird dike, bi taybetî destnîşan kir.

 “Herêma Kalînîngradê ya Fêdêrasîyona Rûsyayê, mîna herêma Naxîçevanê ya Adirbaycanê, derdoreke ku pêwendîya bi axa sereke ya welêt re girîng e. Di vî warî de jî tevlîbûna Lîtvayê ya ji bo Yekîtîya Avropayê roleke dîyarker lîst. Yektîya Avropayê, Lîtva û Rûsîya li ser plana transîtê ya bi navê Kalînîngradê li hev kirin, û niha jî di şert û mercên şerê Rûsîyayê li Ûkraynayê de, niştecîhên parzemîna Rûsîyayê û herêma Kalînîngradê di nav axa Lîtvayê re derbaz dibin”,- bayloz gotîye û tekezî li ser rola Yekîtîya Avropayê di rêkeftina bi Rûsyayê re kir.

Balyoz Pûlokas tekez kir ku di bikaranîna vê pêwendîyê de, alîyan karî li ser du hêmanên sereke li hev bikin: kontrolkirina tam ya Lîtvayê li ser axa wê û rehetîya herî zêde ji bo rêwîyan di dema derbazbûnê de bêyî astengîyên nehewce.

“Ez difikirim ku hin hêmanên vê modêla derbazbûnê ya bi navê hêsankirî dikare ji bo birêkûpêkkirina tevgera mirovan li Ermenîstanê kêrhatî be. Ji xwe ev azmûna Avropayê ye û modêla serkeftinê ye”,-bayloz rave kir û dîyar kir ku Lîtvan gelek cara  cêribandina xwe bi Yêrêvanê û Bakûyê re parve kirîye.

Balyozê Lîtvayê li ser pirsa ku Adirbêcan hertim ji Ermenîstanê daxwaz dike ku “korîdor” ji bo girêdana bejayî bi Naxîçevanê re dabîn bike û di heman demê de gefan dixwe ku heke li hember Ermenîstanê hêzê bikar bîne, ew ê bê bidestxistin.

“Der barê rêtorîkê de, em girîngîya wê fem dikin û em ê peyva “transit” ji “korîdor” tercîh bikin. Ji xwe em di sedsala 21 emîn de dijîn”,-ewî daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button