H’emû nûçeSereke

Banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê û ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşveçûna navneteweyî  ji bo başkirina rêyên derbazbûnê yên welatên Kafkasîya Başûr mêmorandûmek îmze kirin

Banka avropî ya nûavakirin û pêşketinê  û ajansa pêşkeftina navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî  li ser pêşvebirina rêya veguhastinê ya navneteweyî ya Transkaspîyê, ku wekî korîdora navîn jî tê zanîn, mêmorandûmek ji hevtêgihîştinê îmze kirin, da ku pêwendîya di navbera bêtir çêtir bikin, Asîya û Avropa di ser Kafkasîya Başûr re derbas dibe. Li gorî rapora “Armênpress”ê, sêrvîsa çapemenîyê ya banka avropî ya veavakirin û pêşketinê di vê derbarê de peyamek belav kir.

Tê destnîşankirin ku hevkarî  li ser berfirehkirina bazirganîyê, ênêrjîya kesk, veberhênana di pîşesazîyên nû de, her wiha li Ermenîstanê, Adirbêcanê û Gurcistanê jî li ser binesazîya veguhastinê û dîjîtal bisekine.

Qewînkirina “Korîdora navîn”  li seranserê herêmê firsendên nû yên veguhertina aborîyê biafirîne û rêyeke veguheztinê ya altêrnatîv ji korîdorên bazirganîyê yên heyî re peyda bike.

Mebesta vê peymanê ew e ku plansazkirin, sêwirandin û avakirina tesîsên binesazîya ênêrjî, veguhastin, dîjîtal û çandinîyê yên krîtîk li herêmê baştir bike. Her weha armanc ew e ku bikêrhatîbûna karûbarên gumrikê, tarîf û sînor, kişandina veberhênanên taybet di aborîyên welatên Kafkasîya Başûr de ji bo pêşvebirina korîdora Navîn, û danasîna standardên herî bilind yên navneteweyî ji bo pêşvebirina danûstandina aborî di navbera Kafkasîya Başûr û Avropayê de”,-nava peyamêda hatîye gotin.

Pêşîniyên din yên hevkarîyê balê dikişînin ser berfirehkirina veberhênanê di derfetên ênêrjîya bêkarbon û pêşvebirina rêformên sîyaset û rêveberîyê de ji bo şerkirina gêndêlîyê û zêdekirina tevlêbûna bi civaka sîvîl.

Mêmorandûma têgihîştinê ji alîyê cîgirê serokê banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê ji bo karûbarên bankerîyê Mattêo Patronê û alîkara îdarî ya byûroya avropî û Avrasyayê ya  ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşveçûna navneteweyî Êrîn Êlîzabêt Makkîyê ve wekî beşek ji civîna salane û forûma karsazîya banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê li Ermenîstanê hate îmzekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button