H’emû nûçeSereke

Nêzîkbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya  Avropayê ne li dijî Îranê ye: zanyarê sîyasî

Pêvajoya nêzîkbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê tu altêrnatîvek tune. Ji dema ku têkilîyên me yên bi hevkarê me yê stratêjîk Rûsîyayê re, bêyî sûcê me kêm bûn, xurtkirina têkilîyên bi Rojavayê, Yekîtîya Avropayê û Dewlên Amêrîkayêye Yekbûyî re ferz bû.

Zanyarê sîyasetê Davît Stêpanyan di axaftina xwe ya bi “Armênpress”ê re ev nêrîn anî ziman û behsa geşepêdana têkilîyên navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê kir.

“Tevî ku dê yûrê em di nav sînorên mîmarîya ewlekarîya konvansîyonel ya Rûsyayê de bin jî, dêfakto welatê me li derveyî her mîmarîya ewlehîyê maye, ji ber vê yekê li ser rîya çareserkirina pirsgirêkên bi Adirbêcanê re hevkarîya bi Yekîtîya Avropayê re ji bo me pêşînek e. Peymanên ku di 5 ê nîsanê de li Bryûsêlê hatin kirin, bêguman ji bo me bi xêr hatin, altêrnatîveke me ya din nîne”,-Stêpanyan gotîye.

Bi gotina wî pisporê sîyasî, di warê bihêzkirina pêkhateya ewlehîyê di van pêwendîyan de, tişta ku tê kirin (dabînkirina çekan, piştgirîya mamosteyan, nûjenkirina artêşê, berî her tiştî bi têknolojîyên rojavayî) pir girîng e.

“Ji êrîşên mûşekî yên dualî yên di navbera Îranê û Îsrayêlê de, bi zelalî hate dîtin ku di gêopolîtîka îro de, têknolojîyên rojavayî modayê ferz dikin. Îranê zêdetirî 300 mûşekên balîstîk û firokeyên bêfirokevan avêtin, lê piranîya wan ji ber lêdana li hewayê negihiştin armanca xwe, ku ev yek serwêrîya têknolojîyên berevanîyê yên rojavayî îzbat kir. Pêdivîya me bi têknolojîyên bi vî rengî heye û eger em dixwazin artêşa me bihêztir bibe, tenê têknolojîyên rojavayî hewce ne. Qet xeyala min tune ku, wek nimûne, lêgonên fransî dê bê Ermenîstanê û me ji dijminê xwe azad bikin, lê rastîya ku ji me re fersend tê dayîn ku em têknolojîyê, mamoste û perwerdehîya leşkerî werbigirin, di nav de li zanîngehên leşkerî yên avropî. Bê guman hêza parastina welatê me zêde bike”.

Li gorî Stêpanyan, çalakîya çavdêrên avropî li Ermenîstanê di heman demê de pêkhateyeke girîng ya ewlehîyê ye û hebûna wan gavek bê guman erênî ye.

“Emirê mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya  Avropayê berîya niha du salan hatibû dirêjkirin. Rêveberîya me dixwaze erka çavdêran 2 salên din dirêj bike. Wisa dixuye ku di meseleya danîn û xêzkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê de, erkê wê grûpa çavdêrîyê ne pêwîst e, lê em dibînin ku ev pabendbûn pir girîng e bêyî ku bi Adirbêcanê re sînor bê danîn yan na. Her wiha divê çavdêr li Ermenîstanê kar bikin. Ev jî rastîyek e ku piştî hatina wan li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê tu pevçûyînên mezin çênebûne”.

Zanyarê sîyasî her wiha got: “Nêzîkbûna peywendîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê li dijî welatekî sêyem bi taybetî Komara Îranêye Îslamî nîne.

“Ev çîrokeke pir xeternak e ku li Ermenîstanê ji alîyê dijminên serwêrî û serxwebûna welatê me ve tê belavkirin. Mixabin di hin rewşan de paşnavên van kesan jî ermenî ne. Îran ji bo me welateke dostê e û bi her alî be, her dîyardeya peywendîyên me yên bi Rojavayê re, nabe (û nebe) li dijî Îranê û berjewendîyên wê be. Zanyarê sîyasî destnîşan kir ku serkirdayetîya welatê me bi berdewamî bi serokatîya Îranê re di peywendîya raste-rast de ye û ti pirsgirêkeke vekirî di navbera her du welatan de nîne”,-zanyarê sîyasî îzbat kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button