H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn nebe.
Bi ragîhandina“Armênprêss”ê, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li gotûbêja digel rojnamevanan li parlamêntê li ser vê pirsê ku gelo Nîkol Paşînyanê ji bo beşdarîya merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn here Moskvayê yan na, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan bersiv da: “Na”.
Hilbijartinên serokatîya Rûsîyayê 17 ê adarê hatin derbazkirin û Vladimir Pûtîn bi piranîya dengan bi ser ketîye.