H’emû nûçeSereke
Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî cara ewil derîyên xwe ji bo zîyaretvanan vekir
Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî 4 ê gulanê, bi tevlîbûna bernameya “Li seranserê cîhanê, serdana balyozxaneyan” cara yekem derîyên xwe ji bo zîyaretvanan vekir.
Balyozxaneyê ji bo ku wan bi mîrateya dîrokî û çandî ya Ermenîstanê bide naskirin, pêşangehek ji berhemên hunermendên ermenî, cil û bergên ermenî, tamkirina vexwarinan û gata kevneşopî li dar xist.
Nava rojê de 8200 zîyaretvan jî fersend dîtin ku jîyan û çalakîyên ermenîyên navdar yên cîhanê, berhemên Komîtas yên ku ji alîyê dengbêj Lîlya û Alêksandra Yaralyan ve hatine çêkirin, nas bikin.
Balyoz û dîplomatên sefaretxaneyê bi berfirehî behsa erf û adetên ermenîyan kirin, her wiha mîrata çandî û dîroka dewlemend raber kirin.