Pûtîn bi fermî ji bo heyama 6 salan posta serokê Rûsîyayê wergirt
Vladîmîr Pûtîn bi fermî ji bo heyameke nû ya 6 salan posta serokê Rûsîyayê wergirt. Derheqa wê yekêda serokê dadgeha Destûra bingehîn Valêry Zorkîn gotîye.
Pûtîn ji gel re sond xwar. Zorkîn sembolên desthilatdarîya serokatîyê ku di nav wan de nîşana serokatîyê, xaça zêrîn ya Gêvorgê Zîyaret, bi wêneya kirasê Fêdêrasîyona Rûsyayê û duruşma “Sûd, şeref û rûmet” li ser zincîra zêrîn teslîm kirin .
Ev cara pêncemîn e ku Pûtîn serokatîya dewletê dike. Du dewreyên wî yên pêşin çar sal dom kir. Piştî guhertinên di Destûra Bingehîn ya Rûsyayê de, erka serokê dewletê ji bo 6 salan hat dirêjkirin. Pûtîn di sala 2012 a de yekemîn dewreya xwe ya şeş salî û di sala 2018 a de ya duyemîn derbaz kirine.
Guhertinên qanûna Bingehîn di sala 2020 î de hişt ku ew beşdarî hilbijartinên sala 2024 a bibe, ku bi rêjeya 87,28 selef ji dengan bi dest xist.
Serdema niha ya Pûtîn wê 7 ê gulana sala 2030 î de biqede.