H’emû nûçeSereke

Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya Kolêktîv dixwest ne ku çawa tifaqdar bihata Ermenîstanê, çawa ku têra hatîye dîtinê, lê çawa aşîtîparêz bihata: Paşînyan

Nava qewilên agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv xwestîye li Ermenîstanê ne ku çawa tifaqdara Ermenîstanê, lê çawa aşîtîparêz bê cîhwarkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê prêss-konfêransê gotîye.

“Pirsgirêka meye here mezin, ya tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ew bû ku ew dixwestin bihatana Ermenîstanê, ne ku çawa tifaqdar, lê çawa aşîtîparêz. Feqet bona aşîtîparêza çi pêwîste?: şer pêwîste. Feqet nava vî halîda şer kengê diqewime? Dema ku em ji dîyarkirina sînora paşda bisekinin”,- serokwezîr gotîye û daye dîyarkirinê,wekî li vir xeleqa fikirdarîyê bê girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button