H’emû nûçeSereke

“Parlamêntarê fraksîyona Ermenîstanê ragîhand ku di kîjan rewşê de dê dest ji mandata berdin

Fraksîyona opozîsîyone “Ermenîstan” ya miclîsa neteweyî amade ye ku ji bo hilbijartinên awarte dest ji erkên parlamentarîyê berde, lê bi şertekî ku Nîkol Paşînyan wek serokwezîr nemîne.

Li gorî nûçeya “Armenprêss”ê, parlamêntarê fraksîyonê Artûr Xaçatryan di civîna parlamentoyê de li ser daxuyaniya serokê parlamnta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye.

“Lê şert divê şert be: Nîkol Paşînyan wek serokwezîr nemîne û hemû derfetên îdarî ji bo bidestxistina dengan di hilbijartinan de bikar bîne. Dibêjin Nîkol Paşînyan du caran îstîfa kirîye: îstîfa kir, lê bi heman hêzê wek serokwezîr ma, îstîfa bike yan na çi ferq dike”.

Alên Sîmonyan amaje bi daxwaza hilbijartinên pêşwext kir û ji opozîsyonê re pêşnîyar kir ku dest ji erkên hilbijartinên pêşwext berde.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button