H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê aylixa here bilind li Yêrêvanê ye, di nav herêman de  Syûnîk e

Sala 2024 a li Ermenîstanê di çaryeka ewil de li gorî sala 2023 a miaşa  mehane ji  8,2 selefî zêdetir bûye. Li gorî daneyên komîteya îstatîstîkê ya Ermenîstanê li gorî heman heyamê 282 879 diramî derketîye holê.

Miaşa  mehane yê navencî li sektora dewletê bi 10,2 selefî zêde bûye û bûye 208  752 diram, li sektora nedewletî jî bi 7,3 zêde bûye zêde bûye û bûye 313  260  diram.

Miaşa here bilind li komarê li paytextê ye, bi navgînîya 299 804 diram. Di nav herêman de herî zêde mûçeya navîncî ya mehane  294 704 dirame , li Syûnîkê û li gorî heman heyama par 22 157 draman derbaztir e.

Aborîzan Sûrên Parsyan di axaftina xwe ya li gel Syûnîk TV de dîyar kir ku mûçeya navîn li Ermenîstanê bi taybetî di sektorên bankîng, xwaringeh û madenê de zêde ye.

“Me bi domdarî di sektora madenê de xwedîyê yek ji astên herî bilind yên mûçeyên navîn e. Û herçend di nirxê metalan de li bazarên cîhanê  guheztinên me hebin jî, mûçeyên vê sektorê bi giştî bilind in. Bi gotineke din, komek karsazî li dora kanzayê derketine ku xizmeta pîşesazîya madenê dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button