H’emû nûçeSereke

Mal û milkê  Elîyêv yên bi mîlyona dolarî yên li Dûbayê derket holê: lêkolîn

Bi salan, OCCRP û mêdyayên din yên bîyanî û Adirbêcanê lêkolînên li ser milkên bi mîlyona dolarî yên ku ji hêla karbidestên Adirbêcanê li Dûbayê ve hatine girtin. Niha projeya Dubai Unlocked ku Mikroskop Media ya Adirbêcanê jî di nav de ye, eşkere kir ku berpirsên din yên Adirbêcanê û endamên malbatên wan jî di lîsteyê de ne.

Agahîyên derçûyî yên li ser sîteya rast li Dûbayê ji bo sala 2020 î û sala 2022 a ye. Ev agahî ji alîyê rêxistina neqezenc C4ADS (navenda lêkolînên parastina pêşketî), ku li Waşîngtonê hatîye damezrandin û li ser sûcên navneteweyî lêkolînan dike, hatîye wergirtin. Dû re ew derbasî Norwêc E24 bû, ku di mijarên darayî de pispor e, û her weha projeya raporkirina sûcên organîze û gendelîyê (OCCRP).

Li gor lêkolînan, yek ji wan berpirsên Adirbêcanê ku li Dûbayê xwedîyê mîlyona dolaran e, serokê lijneya rêvebirîya ajansa pêşxistina karsazîyên biçûk û navîn (KOBIA) Orhan Mamêdov e. Bi Narmîna Hasanova, nevîya xanima yekem ya Adirbêcanê Mêhrîban Elîyêva re zewicî ye û ji sala 2006 a ve di gelek sazîyên dewletê de wezîfe girtîye û  sala 2018 a de jî wek serokatîya KOBIA yê hatîye tayînkirin. KOBIA ku di bin banê wezîreta aborîyê de dixebite,  sala 2018 a de bi biryarnameya serokkomar Îlham  Elîyêv hat avakirin.

Mamêdov xwedîyê du apartmanên yek odeyî ye li Elite Residence û Birca Mayfair ya Dûbayê, û hem jî xanîyek taybet kirî. Ew xwedîyê van milkan bû bi kêmî ve heta sala 2022 a, piştî ku apartmanek li Birca Mayfair hate firotin, û nûçegîhanan nikarîbûn xwedîyê niha yê apartmanê nas bikin. Mamêdov, ku niha wezîfeya serokê KOBIA ê digire, li Dûbayê xwedîyê apartmanek û xanîyekî taybet e. Bi giştî nirxê van her du milkan zêdetir  mîlyonek 700 hezar dolar e.

Di bersiva pirsa rojnamevanan de, Mamêdov gotîye ku wî milkî li Adirbêcanê yan jî li devereke din di çarçoveya qanûnê de bi dest xistîye.

Azêrî yê din ku li Dûbayê xwedî milk e Zûlfîê Rahîmova ye, jina wezîrê berê yê ciwan û werzişê Azad Rahîmov. Li komplêksa “The Residences North” li “Palm Jumeirah” apartmaneke wî heye. Navê Zklfîê Rahîmova çend sal berê di lêkolînek din ya OCCRP de hate gotin. Di lêkolînê de derket holê ku şîrketa Rahîmovayê di îstîsmarkirina karkerên ji welatên Balkan yên li Adirbêcanê dixebitin  roleke sereke lîstîye.

Li ser agahîyên li ser xwedîyê milk, rojnamevanan zanî ku Rahîmova paşê pênthaûs firotîye yan jî radestî kesekî din kirîye. Nayê zanîn ku xwedîyê heyî kî ye. Apartmana ku hîna jî xwedîyê wê ye ji 2 mîlyon dolarî zêdetir e. Serokê berê yê şirketa Bakûyê Stel Rasîm Mamedov jî ku niha di girtîgehê de ye, di lîsteya azerîyên ku li Dûbayê xwedî milk in. Rojnamegeran da zanîn ku li navenda karsazîya Jumeirah a Dubayê 7 ofîsên wî hene ku bi kirê ne. Bi giştî lêçûna van bûroyan zêdetirî 3 mîlyon dolar e.

Ji bîlî ofîsan, Rasîm Mamêdov 5 daîreyên li Concorde Tower, avahîyek niştecîh ya 45 qatî heye. Her yek ji van apartmanên ku niha têne kirêkirin, yek cîyê razanê heye, û lêçûna giştî ya wan 1,6 mîlyon dolar e.

Di lêpirsîna rayedarên ku li Dûbayê malên wan hene, herî zêde behsa endamên malbata serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hat kirin. Di vê lêkolînê de derket holê ku ji sala 2022 a de, malbata Elîyêv xwedîyê 19 xanîyên taybet û 2 apartmanên li Dûbayê ne.

Xwedîyên fermî yên malên taybet yên keçên Îlham Elîyêv, Lêyla û Arzû Elîyêv, şîrketên Elîyêv in. Xanîyên taybet yên Hêyder Elîyêv kurê serokkomarê Adirbêcanê  sala 2009 a de hatine kirîn.

Li gor zanyarîyên berdestê rojnamevanan, endamekî din yê malbatê, bavê Mêhrîban Elîyêva, Arif Paşayêv jî li Dûbayê xwedîyê maleke taybet e. Rojnamevanan da zanîn ku xwedîyê fermî yê wê milkê Green Apple Investment FZE ye. Ne pêkan bû ku bê zanîn ka kî li pişt vê şirketê ye. Bi giştî nirxê 21 milkên Lêyla, Arzû û Hêydar Elîyêv zêdetirî 221 mîlyon dolar e.

Lêpirsînên der barê milkên ku rojnamegeran ji wan re şandibûn bê bersiv man. Hêjayî bibîrxistinê ye ku çend sal berê rojnamevanên lêkolîner fêhm kiribûn ku otêla lyûks Sofitel ya li girava Palm Jumeirah a Dubayê ya Lêyla û Arzû Elîyêva ye.

Sala 2010 a de jî rojnameya Wasington Postê eşkere kiribû ku “Hêydar Elîyêv ê 11 salî bû xwedîyê 9 havîngehên biha li yek ji lyûkstirîn deverên deryayî yên Dûbayê, Cûmêryayê, bi bihayê giştî 44 mîlyon dolara”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button