H’emû nûçeSereke

Hukumet dixwaze li firegeha “Zvatrnos” ê têrmînaleke nû çê bike

Di vê demê de, danûstandin ji bo avakirina têrmînaleke nû li firegeha navneteweyî ya “Zvartnos” ê didomin.

Bi ragîhandina “Armênprêss”ê, cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan di civîna pirs û bersivan de digel endamên hukumetê li miclîsa netewî de, bersiva vê pirsê da ku hukumet ji bo birêvebirina herikîna rêwîyan li “Zvartnos” ê çi gavan diavêje.

“Termînala heyî ya firegeha navneteweyî ya “Zvartnos” ê têra xizmeta herikîna rêwîyan nake. Ez dipejirînim ku pêdivî bi başbûnê heye û, bi eşkereyî, li gorî dîtina me, pirsgirêkên rêveberîya herikînê bi berdewamî têne baştir kirin, lê ew têrê nake. Divê termînaleke nû bê çêkirin. Çêkirina têrmînala nû niha di bin hevraxeberdana de ye. Danûstandin pir tevlîhev in, ji ber ku em bawer dikin ku di çarçoveya peymana heyî de berdewamkirina têkilîyên tawîzan ne mimkûn e, ji ber ku di rastîya îroyîn de ji bo Komara Ermenîstanê pîvanên ku nayên qebûlkirin hene”.

Grîgoryan da zanîn ku proje û nexşeya têrmînala nû heye, lê nîqaşên têkildarî bendên din yên peymanê dewam dikin.

“Ez difikirim ku şert û mercên dîyarker yên ji bo pêkanîna veberhênanek nû û berfirehkirina têkilîyên tawîzan dê di mehekê de bên berev kirin. Mîqdara veberhênanê nêzîkî  450 mîlyon yûro ye”,- Grîgoryan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button