H’emû nûçeSereke

“Qezîya ji welatên cuda-cuda tên”: Krîstînê Grîgoryan

Seroka qulixdarîya îstîxbarata der, Krîstînê Grîgoryanê bersiva wê pirsê daye ku gelo ji alîyê Rûsîyayêda bona Ermenîstanê qezîya heye, yan na: “Qezîyayên hindava serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya axa wê ji welatên cuda-cuda tên”.

Çawa bersiva wê pirsê, ku ji welatên tifaqdar, ji alîyê welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qezîyayên wî cûreyî hene, yan na, ewê gotîye: “Na xêr, ezê wê yekê şirove nekim”.

Çawa bersiva wê pirsa rojnamevan, ku  roja usa wê bê ku civak derheqa navên wan welatada pê bihese, ewê gotîye wekî ew roj wê bê.

Ewê usa jî derheqa qezîya êrîşa leşkerîda, ya ji alîyê Adirbêcanêda xeberdaye û gotîye wekî ew qezîya her dem jî heye û hetanî ku pêwandî neyêne normalkirinê, ew qezîya wê hebin, lê gerekê gelekî bilind jî qîmet nekin. Seroka qulixdarîya îstîxbarata der gotîye, wekî ew her dem rîskên wî cûreyî qîmet dikin û derheqa wê yekêda elamî serokwezîr dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button