H’emû nûçeSereke

Opêrasîyona Yêvropolê ya li dijî hackeran li Ermenîstanê, Ûkraynayê bû sedema binçavkirinan

Yêvropolê roja pêncşemê ragîhand, ku çar kes hatin girtin û zêdetirî 100 servêrên întêrnêtê di opêrasîyoneke polîsê navdewletî de li dijî tora ku nermalava xerab belav dike, hatin girtin.

Sêrvîsa înfazê ya Yekîtîya Avropayê opêrasîyona ku di 27-29 ê gulanê de hat kirin bi nav kir “êndşpîl” ku di dîrokê de opêrasyona herî mezin e li dijî botnetan.

Lêpirsîn ji alîyê Almanîyayê, Holandîyayê û Fransîyayê ve, bi beşdarîya çend welatên ku ne beşeke  Yekîtîya Avropayê ne, birêve çû.

Yêvropolê ragîhand ku li Ermenîstanê û Ûkraynayê girtin û zêdetirî 2000 domaîn di bin çavdêrîya polîsan de ne.

Li gorî lêkolînê, yek ji gumanbarên sereke bi kirêkirina malperan ji sûcdarên sîber re ji bo belavkirina bernameyên xerckirinê ne kêmtirî 69 mîlyon yûro (74,5 mîlyon dolar) diravê krîptoyê qazanc kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button