Ermenîstan bi fermî gihîşte qayîlnivîsara NASA ê, ya Artêmîsê

Ermenîstan bû welatê 43 a yê ku bi fermî gihîşte qayîlnivîsara NASA ê, ya Artêmîsê.
Ev qayîlnivîsar 12 ê hezîranê li Waşîngtonê, li avayê NASA ê hatîye îmzekirinê. Ji alîyê Ermenîstanêda wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind Mixîtar Hayrapêtyan û bayloza Ermenîstanêye li Amêrîkayê Lîlît Makûns beşdar bûne.
Bi xebera vekirinêva serokê NASA ê Bîl Nêlson pêşda hatîye, yê ku bi germahî birîyara Ermenîstnêye bona gihîştina qayîlnivîsara Artêmîsê, silav kirîye û derheqa pêşketinên Ermenîstanêye nava govekên lêkolînkirina erşê ezmîn û steyrzanîyêda xeberdaye.
Hayrapêtyanê wezîr derheqa hevkarîya dualîda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî ev bûyar nava goveka zanistîyê, lêkolînkirina erşê ezmînda gaveke mezine.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan bûye endama malbeta ku lêkolînên erşê ezmînva mijûl dibe.







