H’emû nûçeSereke

Sobhanî: Em hêvîyêne ji bo şêniyên Qerebaxê şert û mercên ku vegerin malên xwe dê bên çêkirin

 “Mafên welatîyên Qerebaxêye ermenî gerekê bê girtin. Ew mesele wek birînekê ye û  ew birîn  gerekê qenckirinê”. Balyozê Îranêyî li Ermenistanê Mehdî Sobhanî di hevpeyvîneke taybet de li gel rojnameya “Azatûtûyûn” ê gotîye.

“Azatûtyûn”:- birêz Sobhanî, wek hûn jî dizanin, sala borî piştî dorpêçê, Adirbêcanê êrîşeke leşkerî li dijî Arsaxê pêk anî, gelê Arsaxê bi destê zorê koçber bûn. Niha Qerebaxa Çîya ku ermenî bi hezar salan lê dijîn, ji niştecih bûye. Îran wek yek ji aktorên sereke yên herêma me, çareserîya vê pirsê çawa dibîne? Adirbêcan gerekê mafê vegera kolêktîv fa ermenîyên Arsaxê bigire? Ji xwe mirov ji cîh û warê xwe, mal, dîrok û çanda xwe derketine.

Mêhdi Sobhanî -helwesta me derbarê mafên şênîyên Qerebaxê de zelal e. Em yekîtîya axa Adirbêcanê nas dikin û tekezî li ser wê dikin, lê di heman demê de em dibînin ku divê rêz li mafên ermenîyên niştecîhên Qerebaxê bê girtin. Ew pirs wek birînekê ye û divê ew birîn bê qenckirin. Û heger ew birîn neyê qenckirin, îhtîmal e ku dîsa vebe. Dema em behsa aştîya domdar dikin, divê ew birîn jî li ber çavan bê girtin. Em hêvîdar in ku çawa ku niştecîhên Qerebaxê ji neçarî malên xwe terikandine, şert û mercên wiha jî çêbibin ku karibin bi dildarî vegerin malên xwe.

“Azatûtyûn”: – bi gotineke din ewlekarîya wan mîsoger bikin.

Sobhanî: -bi awayekî xwezayî, sedema sereke ya derketina wan ji wê deverê ew bû ku ew hest bi ewle nedikirin. Ez bixwe bi gelê Qerebaxê re axivîm, dema penaber hatin ez bi xwe çûm Kapanê û piştre bi wan re axivîm. Digotin “em bi dilxwazî ​​ji malên xwe derneketin”. Kes bi dilxwazî ​​ji mala xwe dernakeve. Wana got ku ew xwe ewle nabînin û ji ber vê yekê malên xwe terikandine. Ew bi dilxwazî ​​nehatine, lê em hêvîdar in ku şert û merc bên çêkirin ku bi dilxwazî ​​vegerin malên xwe.

“Azatûtyûn”:- ji ber ku ew ewlekarî ji bo vegera ermenîyên Arsaxê faktoreke pir girîng e, li ber çavê wan tiştên ku derbaz bûne: hem dorpêçkirin û hem jî êrîşa leşkerî. Hûn çi difikirin, ji bo ku ew ewlekarî pêk bînin, divê ermenîyên Arsaxê heta radeyekê xwedan otonomîyê bin?

Sobhanî: -mercên çawa hene, divê li ser vê yekê dîyalog û danûstandin bên kirin. Bila em û Hûn ji bo wan biryarekê nedin.

“Azatûtyûn”: -kê gerekê biryarê bide?

Sobhani. – Ez difikirim ku divê ew danûstandinan bikin.

“Azatûtyûn”: – di navbera nûnerên Arsaxê û nûnerên Adirbaycanê de?

Sobhanî: -divê çawa dest pê bike mijara lihevkirina herdu alîyan e. Divê armanc bidestxistina ewlekarî û mafên wan be ku We behs kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button