H’emû nûçeSereke

Tifaqdara Adirbêcanê bangî dinîya mehmedîyê dike ku neftê nefroşine Îsrayêlê

Wextê civîna organîzeya hevkarîya îslamî, cîgirê serokwezîrê Pakîstanê û wezîrê karên der Mehmed Îshak Dar, girêdayî kuştina rêberê HAMAS ê û halê li Gazayêva, bang kirîye ku êmbargoyê bidine ser nefta bona Îsrayêlê û usa jî kirîn-frotanê. Derheqa wê yekêda  Irantoday ê nivîsîye.

Ewî derheqa piştgirîya Pakîstanêda, ya hindava Îranê û Felestînê elam kirîye.

“Wede hatîye ku sîonîsta li ber cabdarîyê bidine sekinandinê û dinîya mehmedîyê gerekê ji dorana elametîya û şermezarkirina derkeve.Heger Îsrayêl bona agirbesta li Gazayê qayîl nebe, wî çaxî endamên organîzeya hevkarîya îslamî gerekê bona boykotkirina frotana neftêye bona Têl Avîvê pêşda bên”,- ewî nava axaftina xweda gotîye.

Wezîrê Pakîstanêyî karên der elam kirîye,wekî agrêsîya Îsrayêlêye wî cûreyî, ya dijî binelîyên edile li Gazayê, usa jî bombebarankirin, komkujîye.Ewî Îsrayêl usa jî bona xebitandina “xelayî çawa sîlih”, ya dijî felestînîya, gunehkar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button