
Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê bi boneya destbikarbûna xwe, peyameke vîdyoyî bi herdu zimanên kurdî û îngilîzî belav kir û ragihand: “Hilbijartin ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û demokrasiya wê, pêngaveke diyarker e”.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner gotîye: “Ez gelek kêfxweş im ku li Herêma Kurdistanê bijîm û kar bikim. Di heyama karê de, min li çend cihan li Rojhilata Navîn karê dîplomatî bo xizmeta siyaseta derve kiriye, lê ev yekem erkê min li Herêma Kurdistanê ye”.
Her wiha Bittner pabendbûna xwe bi pêşxistina peywendiyên di navbera Waşîngton û Hewlêrê û her du gelên amerîka û Herêma Kurdistanê de nîşan da û tekez li ser wê yekê kir, Amerîka pabend e bi piştevaniya saziyên demokratîk li Iraqê û Herêma Kurdistanê. Herwiha kêfxweşiya xwe ya ji bo naskirina gelê Herêma Kurdistanê, serdana şûnwarên dîrokî û naskirina cografyaya herêmê nîşan da.
Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner got jî: “Em hêvîdar in di 20 ê cotmehê de hilbijartinên dadperwer, azad û pak bên kirin, ku ev yek ji bo aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê, gaveke diyarker e”.
Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alîna Romanovski jî roja 16 ê tebaxê bi peyamekê li ser tora civakê “X” ê bixêrhatina konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê kir û gotîye, Amerîka gavên mezin ji bo xurtkirina peywendiyên ewlehiyê, ligel berfirehkirina peywendiyan di sektora perwerdeyê de, bi Herêma Kurdistanê re davêje, di heman demê de çavdêriya hilbijartinên azad û pak di 20 ê cotmehê de dike”.







