H’emû nûçeSereke

Rojên ji nû ve pîrozkirina Katêdrala Dayîkê û merasîma bereketa Mirinê hatin dîyarkirin

Îro bi serokatîya Patryarx û Katolîkosê ermenîyan Garêgîn, civîna asayî ya koordînasyonê hat lidarxistin.

Li gorî “Armênprêss”ê hatîye ragihandin, ji bo birêkûpêkkirina xebatên merasîmên navborî, ji sala borî ve bi serpereştîya cenabê Wî, komîtêyeke hevahengîyê hatîye avakirin.

Di nava komîtêya koordînasyonê de 5 komîtêyên jêrîn hene: Merasîm, Agahdarî, Piştgirîya têknîkî, weşan û organîzasyona çalakîyan, ku bi plansazîyeke çalakîyê ya ji berê ve hatîye amadekirin, xebatên rêxistinî yên têkildarî bûyerên îlonê dimeşînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button