Li Tirkîyayê di heyama 24 demjimêran de, li 7 bajaran 9 kes di encamê êrîşên bi çek û kêran de hatin kuştin.
Li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê bi giştî 30 mîlyon çekên bêmolet hene û bûyerên tundûtûjîyê jî her ku diçin zêde dibin.
Li gorî mêdyaya Tirkîyayê, di rojekê de, li 7 bajarên cuda yên Tirkîyayê, di encamê êrîşên bi çek û kêran de 9 kesan canê xwe ji dest dane.
Welatîyekî Herêma Kurdistanê ku bi armanca geştê li Stembolê bû, di êrîşeke nijadperestî de bi kêran hate kuştin.
Meha tebaxa borî jî di encamê êrîşan de, 152 kes hatine kuştin.
Li gor zanyarîyan, di êrîşên bi çek û kêran de, Stembol di serî de tê ku di salekê de nêzîkî hezar kes di encamê êrîşan de hatine kuştin.