H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hindava komplêksên topbarandinêyê ATAGS  ê hewaskarîya xwe dide kifşê

Komara Ermenîstanê  hewaskare ku beşeke komplêksên topbarandinêye  bi navê  ATAGS ji Hindistanê dest bîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêssê” ê, derbare wê yekêda serokê înstîtûta Hindistanêye lêkolînên parastinê Sûdayî Çînoy gotîye  Sputnik Armênîya ê.

Ev koplêks li Hindistanê tên çêkirinê û ew gelekî açixin. Alîyê ermenî şeş komplêksên wî cûreyî kirîne û gelekî razî mane”,- Sûdan Çînoy gotîye, wekî Dêlîyê îdî komplêksên radîyolokasîyon şandine Yêrêvanê û ev peyman jî bahê 40 mîlyon dolarîye.

Sûdan Çînoy usa jî serda zde kirîye, wekî Ermenîstanê  hindava komplêksên rokêtaye  Pinaka yê hewaskarîya xwe daye kifşê. Bi fikira wî, potênsîyala Ermenîstanêye pêşxistina parastinê heye, bingeha kîjanê roja îroyîn li ser startapa  hatîye merkezkirinê.

“Li Ermenîstanê sê kompanyayên wî cûreyî hene û ew yek li gorî dewletê hindik nîne. Li Hindistanê 120 kompanîyayên wî cûreyî  hene, Yêrêvan û Dêlî dikarin hevkarîya aktî  îzbatkin”,- Çînoy gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button