Firokeyê şer şev du caran çîyayê Asosê li nêzîkî gundekî bombebaran kirin û ev yek bû sedema nîgeranîya xelkê gund.
Peyamnêrê K24 ê gotîye: “Çîyayê Asosê yê li parêzgeha Silêmanîyê du caran hat bombebarankirin. Bombebaran jî li nêzîkî gundê Gelala bû”.
Welatîyekî gundê Gelala jî ji K24 ê re ragîhand, şev çîyayê Asosê li nêzîkî gundê wan du caran ji alîyê firokeyên şer ve hat bombebarankirin.
Roja 14 ê îlonê jî piştî nîvro, firokeyên şer êyn artêşa Tirkîyayê navçeya Şêxanî ya li ser çîyayê Asosê bombebaran kiribû.
Di vê derbarê de, qaymeqamê navçeya Mawat Kamîran Hesen ji K24 ê re ragîhand, tu zîyanên canî çênebûne.
Ji ber şerê di navbera Tirkîyayê û PKK ê de li Herêma Kurdistanê, nêzîkî 800 gundan û çend deverên geştyarî wêran bûne û zîyaneke mezin gihandîye sêktorên geştyarî û çandinîyê.