Li gorî hesaba li Qerebaxê milkê bahê sed mîlyard dolarî maye: «Genesis Armenia»
Li gorî hesaba li Qerebaxê milkê bahê sed mîlyard dolarî maye.Derheqa wê yekêda wextê civîna pêşkêşî têma Qerebaxê, pisporê navenda lêkolînî «Genesis Armenia» ê Armên Sargsyanê dîrokzan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî li Qerebaxê 12 bajar, 241 gund, 11 450 apartman, 13 555 mal, 60 fabrîka, 15 îdare, 385 dêr, 400 mexberên sedsalên navîn, 25 mûzexane, 37 hîdroêlêktrostansîya, 48 kan, 4 imbarên avê, 5000 çandî, 232 mekteb, 4 zanko, 7 kolêc, 5 deştên sportê, 11 mektebên sportê û ewqas jî nexweşxane mane.
“Xêncî wê yekê li wir 58 000 heywanên biçûk, ji 45 000 zêdetir heywanên mezin, têknîka malhebûna gundîtîyê, 445 kîlomêtir rêyên çêkirî û ji 35 000 zêdetir mecalên transportê mane”,- Sargsyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî hejmara binelîyên Qerebaxê hetanî sala 2020 î dighîşte 147 000 merivî.
Wezîrê Qerebaxêyî dewletêyî berê Artak Bêglaryan sirîya xweda gotîye,wekî îlona sala 2023 a ew hejmar kêm bibû û gihîştibû 112 000 merivî.