Federasîyona kişikçîyê ya navneteweyî (FIDE) tîma mêran ya Ermenîstanê wek tîma herî baş ya 100 saliya xwe nas kir.
Ew sê caran çêmpiyonê olîmpiyada cîhanî ya tîma netewî ya Ermenistanê ye, çêmpiyonê tîma cîhanê ye.
Merasîma xelatdayînê bi însiyatîva federasîyona kişikçîyê ya navneteweyî bi boneya 100 salîya salvegera damezrandina rêxistinê hat dayîn.
Merasîm li paytexta Macarîstanê Bûdapeşta ku van rojan olîmpîada kişikçîyê ya cîhanê lê tê lidarxistin, pêk hat.