SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî: PDK tu  carî ji berpirsîyarîyê nerevîyaye û nareve

Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di ahenga cemawerî ya PDK ê li Silêmanîyê de gotîye: “PDK tu carî ji berpirsyarîyê nerevîyaye û nareve”.

Cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî  14 ê cotmehê li bajarê Silêmanîyê beşdarî karnevala serxistina lîsteya PDK ê ya ji bo hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê bû û di gotarekê de gotîye: “PDK tu carî ji berpirsyarîyê nerevîyaye û nareve, ji ber ku kar û xizmet erkê PDK ê ye û tu minet tê de nîne”.

Nêçîrvan Barzanî gotîye: “PDK ji roja damezrandina xwe ve, karwanek şehîd û qurbanî ji bo Kurdistanê û azadîya gelê xwe pêşkêş kirîye. Îro jî bi serbilindî daxwaza xebat û xizmeta zêdetir dike, ji bo pêşketina Kurdistanê, ji bo pêşketina vê herêmê, daxwaz ji xelkê vê herêmê dikim dengê xwe bidin lîsteya 190 î ya PDK ê”.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, armanca PDK ê hertim ew e ku li Herêma Kurdistanê hukumet û desthilateke niştimanî hebe û bê cudahî xizmeta hemû deverên Kurdistanê bike.

Got jî: “Xelkê vê deverê gelek bedel dane alîyên sîyasî, lewra PDK hewl dide îdî xelk nebe armanca nakokîyan û qurbanîyên alîyên sîyasî, gelê me hêjayî baştirîn jîyan û aramî û xweşguzarîyê ne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button