Bi beşdariya 7 şêwekarên kurd pêşanegehek ji bo aştiyê li Bonnê hate vekirin

Bi beşdariya 7 şêwekarên jin yên kurd, pêşangeheke şêwekariyê ya 40 şêwekarên jin yên ji gelek welatan li bajarê Bonnê yê Almanyayê hat vekirin.
Şêwekar Cîhan Îbrahîm ji K24 ê re, li bajarê Bonnê roja 24 ê mijdarê pêşangeheke şêwekariyê ya hevbeş ya taybet bi hunera jinan di bin navê “Jin û rakirina keviran ji bo aştiyê” hat vekirin û 40 şêwekarên jin yên ji gelek welatan, tabloyên xwe tê de pêşan didin.
Da zanîn jî, berhemên hunerî di vê pêşangehê de li ser heft koman hatine dabeşkirin, koma şêwekarên kurd jî ji Cîhan Îbrahîm, Zozan Mihemed, Bêgerd Saatç, Şêrîhan Beklaro, Melek Muxtar, Cîhana Saîd û Valantîna Ebdo pêk tê.
Herwiha gotîye: “Me şêwekarên kurd, bi rêya vê pêşangehê û bi rêya rengan me hewl da ku em hinekî ronahiyê bixin ser jinên kurd û êşên wan yên mezin di xêzkirina hêviyê, avakirina mirovan û azadiya wan û avakirina pirên hunerî û dostaniyê bi çandên din re”.
Cîhan Îbrahîm da zanîn jî: “Di roja vekirina pêşangehê de, hejmarek berfireh ji neteweyên cuda beşdar bû û amadebûneke cihêreng ya kurdan hebû, ji bilî rêjeyeke balkêş ji almanan û hezkiriyên vê hunerê hebû û dilxweşiya xwe jî diyar kirin”.
Amaje bi wê kir, du muzîkjenên kurd, dudukjen Welîd Hemoto û piyanist Can Dîko di merasîma vekirina pêşangehê bûn û tê de muzîkên kurdî pêşkêş kirin.
Şêwekar Cîhan Îbrahîm diyar kir, wê bi 8 tabloyan beşdarî vê pêşangehê bûye û pêşangeh dê heta roja 8 ê adara sala 2025 a vekirî bimîne”.







