H’emû nûçeSereke

Rûniştina parlamana Kurdistanê hat paşxistin

Ji ber temamnebûna rêjeya qanûnî ya reha ya amadebûyîyan ji bo hilbijartina desteya serokatiyê, rûniştin ya gera şeşê ya parlemana Kurdistanê ji bo demeke nediyar hat paşxistin.

Birêveçûna rûniştina yekê ya parlemana Kurdistanê

Rûniştina yekê ya gera şeşê ya parlemana Kurdistanê piştî xwandina çend ayetên Qurana pîroz, sirûda niştîmanî û rawestiyan ji bo canê pakij yê şehîdan, hat destpêkirin û biemirtirîn parlemanterê vê gerê endamê firaksiyona Newey Nwê Mihemed Silêman serokatiya wê kir.

97 endamên parlemana Kurdistanê tevlî rûniştina yekê ya parlemanê bûn û hemiyan sonda qanûnî xwar.

Derxistina perlemantereke komela dadgerî

Komela dadgerî ya Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da: “Ji ber tevlîbûna Hêro Etar di rûniştina parlemana dîzaynkirî de, me biryar li ser derxistina wê ji nav rêzên Komela Dadgerî da”.

Komela dadgerî ya Kurdistanê tekez jî kir: “Her kandîdekî hilbijartî eger pabendî biryara boykotkirina rûniştinên parlemanê nebe, ji nav rêzên komelê tê derxistin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button