SerekeSîyasî

Şandeya DEM Partîyê wê bi partîyên Kurdistanî re jî bicive

Piştî ku hevdîtinên şandeya DEM Partîyê ya Îmaralîyê yên li parlamentoya Tirkîyayê bi dawî bûn wê bi partîyên Kurdistanî re hevdîtin bike.

Şandeya DEM Partîyê piştî hevdîtina xwe ya li Îmralîyê bi CHP, Partîya DEVA yê û Partîya Yenîden Refahê re civîya.

Heyeta DEM Partîyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKK ê Abdûlah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.

Şandeya DEM Partîyê ku ji Pervîn Bûldanê, Ahmet Tûrk û Sîrî Sûreya Onder pêk tê ji alîyê serokê giştî yê CHP ê Ozgûr Ozel û şandeya CHP ê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina DEM Partîyê û CHP ê, serokê CHP ê Ozgûr Ozel xwest ku li parlamentoya Tirkîyayê komîsyoneke gotûbêjan bê avakirin.

“Pêwîstî bi xebata komîsyoneke bi hêz heye”

Serokê CHP ê Ozgûr Ozel wiha gotîye: “Emê  piştgirîyê bidin hemû gavên ji bo rawestandina xwînê.

Ji niha û pê ve ji bo her pêngaveke ku wê bê avîtin, li parlamentoyê bi beşdarîya hemû alîyên sîyasî pêwîstî bi xebata komîsyoneke bi hêz heye.

Nêrîna me ew e ku lihevkirina civakî girîng e û dema karek tê kirin pêwîst e hemû hesasîyetên civakê li ber çavan bên girtin”.

“Em amade ne piştgirîya dîyalogan bikin”

Şanda DEM Partîyê piştî hevdîtina bi CHP ê re li navenda giştî ya DEVA ê ji alîyê Alî Babacan û berpirsên DEVA ê ve hate pêşwazîkirin.

Alîkarê serokê Partîya DEVA ê Mehmet Emîn Ekmen jî ku endamê şandeya hevdîtinê bû ji Rûdawê re aşkere kir ku ew jî amade ne piştgirîya dîyalogan bikin.

“Em hêvî dikin vê carê pêvajo serkeftî be”

Alîkarê serokê Partîya DEVA ê Mehmet Emîn Ekmen wiha anî ziman:

“Her pêngaveke ku li Tirkîyayê zemînê dêmokrasîyê bi hêz bike û pirsgirêkan çareser bike em dê piştgirîyê lê bikin.

Em hêvî dikin ku pêvajoya berîya niha hatîye cêribandin û bi ser neketîye vê carê bi serkeftî bibe”.

Şandeya DEM Partîyê wê bi partîyên Kurdistanî re jî bicive

Şandeya DEM Partîyê herî dawî li parlamentoyê bi şandeke Partîya Jinûve Refahê re jî civîya.

Sîrî Sûreya Onderê ji Rûdawê re ragîhand ku ew wê rojên pêş bi partîyên Kurdistanî re jî bicivin.

Şand biryar e roja înîyê jî here seredana hevserokê berê yê HDP ê Selahadîn Demîrtaş.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button