H’emû nûçeSereke
Sala 2024 a îxracat ji Ermenîstanê 11 mehan de bi 74 selefî zêde bûye: wezîrê aborî

Sala 2024 a îndêksa çalakîya aborî ya 11 mehên ewilin 7,4 selef bûye. Li ser vê yekê sala 2024 de wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya ku encamên 13 ê çileyê de bi kurtayî pêk anîbû, gotîye.
Ewî da zanîn ku di wê heyamê de îxracat 74 selef, îthalat 41,5 selef, pîşesazî 74 selef (pîşesazîya hilberînê 10,8 selef), sêktora xizmetgûarîyê jî bi 6,3 selefî zêde bûye.
Wezîr destnîşan kir ku di çandinîyê de heta sala 2024 a çile-îlonê de, mezinbûn 1,8 selef bû, û di avakirinê de – 14,9.
“Sêktora avahîsazîyê bûye motora mezinbûnê û piştre jî pîşesazî”,-Papoyan daye kifşê.
Ewî destnîşan kir ku nîşaneyên aborî nêzîkî astên berîya Covid-2019 a in.







