
Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) ragîhandîye:“Ev ji bo roja duyê ye li ser hev ku balafirên şerî yên Tirkîyayê xelkê sivîl li nêzîkî bendava Tişrînê dikin armanc, û ev êrîş binpêkirinên eşkere yên qanûnên navdewletî û mirovî ne”.
Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) di ragîhandinekê de eşkere kirîye: “Ev ji bo dema du rojan e balafirên şerî û dronên Tirkyayê nêzîkî bendava Tişrînê dikin armanc, ku bûye sedema mirina hejmareke welatiyên sivîl û gelek zirar jî gihîştine wê bendavê”.
Her di wê ragîhandinê de hatiyîye gotin: “Ev êrîş binpêkirinên eşkere yên qanûnên navdewletî û mirovî ne. Amaje jî daye: “Tirkîya bê çi rêgiriyên qanûnî û mirovî li ser kirina tawanan li dijî gelê Sûryayê berdewam e”.
HSD daxwazê ji civaka navdwletî jî dike ku, helwesteke mukom li beranberî van êrîşan hebe. Haydariyê jî li ser metirsiyên bêdengbûna li bernaberî wan komkujiyan didin yên ku ji aliyê Tirkiyayê ve tên kirin, xazima jî li derdora bendava Tişrînê.







