SerekeSîyasî

Kafkasyaya Başûr ne di lîsteya pêşîneyên Tramp de ye: pispor

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan serokê Amêrîkayê Tramp  pîrozbahî nekirîye. Sêkrêtarê konseya ewlehîyê Armên Grîgoryan di peyama pîrozbahîyê şêwirmendê ewlehîya neteweyî ya Tramp Maykl Wolsîn pîroz kirîye û destnîşan kirîye ku têkilîyên dualî yên Ermenîstan û Amêrîkayê ji bo pêşketinê potênsîyaleke mezin hene û Ermenîstan ji bo vê yekê amade ye.

Grîgoryan peymana hevkarîya stratêjîk ya ku  14 ê çile de li Waşîngtonê hatîye îmzekirin wek destkeftîyek bi nav kirîye û bal kişandîye ser girîngîya pêşxistina rojeva dualî ya sûdmend ji hev re nayê wê wateyê ku nêzîkatî nikarin biguherin.

Zanyarê sîyasetê Ara Poxosyan li ser hin fermanên nû yên cîbicîkar yên Tramp dibêje, serokê Amêrîkayê Donald Tramp heta niha tiştekî ku pêşwext di dema kampanyayê de eşkere nekiribû, nake. Ew bawer dike ku fikarên gelek dewletan hene. Bi taybetî biryara rawestandina hemû bernameyên alîkarîyê yên ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve ji bo welatên din, di serî de Ûkraînayê, ji bo 90 rojan tên rawestandin, li Ûkraînayê bû sedema fikaran. Di dema rawestanê de divê were zelal kirin ka dayîna alîkarîyê bi armancên sîyasî yên rêveberîya nû re têkildar e yan na. Her çiqas Ermenîstan jî ji Amêrîkayê alîkarîyê distîne jî, lê belê ev fermana nû nikare bibe sedema xema Yêrêvanê ya fermî, pisporê sîyasî di wê bawerîyê de ye.

“Ez difikirim ku ev pêvajo ne girêdayî Ermenîstanê ye, lê bi armancên jêopolîtîk yên pir berfireh yên ku Tramp qala wan kir ve girêdayî ye”. Ev biryar di serî de wê bandorê li Yekîtîya Avropayê û şerê Ûkraînayê bike. Ez pir di wê bawerîyê de me ku ev pêvajo bi piştgirîya ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê (DYA) ji bo herêmên nakok ve girêdayî ye. “Mebesta min ji germên pevçûyînê, berî her tiştî, nakokîya Rûsyayê û Ûkraînayê û nakokîya di navbera Çînistanê û Tayvanê de ye, ku heger Amêrîka garantî û daxuyanîyên xwe yên derbarê Tayvanê de bidomîne, dibe ku di her kêlîyê de bibe şerekî cîhanî”.

Tam hefteyek berîya sondxwarina Tramp, Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê peymana komîsyona hevkarîya stratêjîk îmze kirin. Ew çend warên hevkarîyê di navbera Yêrêvanê û Waşîngtonê de dihesibîne û tekezî li ser parastina serwêrî û yekparçeyîya axê dike. Di nav pisporan de nîgeranîya wê yekê hebû ku ew belgeya ku bi rêjîma hanê re hatîye îmzekirin, ji bo rêveberîya nû ya Amêrîkayê ne girîng e.

 “Hêzkirina rêveberîya berê ya li ser Başûrê Kafkasya, ji ber pêşengên sîyasî yên navneteweyî yên rêveberîya wê demê bû. Niha serokê nû hilbijartî pêşanînên din eşkere dike, yên ku niha li Başûrê Kafkasyayê bi awayekî berçav nayên tekez kirin. Ev bi awayekî xwezayî ji dijminên Ermenîstanê re firsendek e ku sîyaseta xwe ji nû ve xêz bikin”.

Endamê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Tîgran Abrahamyan li ser Facebook ê nivîsîye vegera serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê bo Qesira Sipî hêvîyek û nezelalîyan zêde kirîye.

“Di vê kêlîyê de ji bo Tirkîyayê û Adirbêcanê demeka hesabkirina sîyasî ye ku analîza wê bike ku êrîşkarîya wan ya mûhtemel ya li dijî Ermenîstanê, bi taybetî korîdora ku jê re tê gotin, yan jî di bin navê wê de girêdana raste-rast ya bi Naxîçêvanê re wê bibe sedema çi encam û encamên wê”.

Jîngeha derve ya xweş yan faktorên astengker? Wê di demek nêzîk de pir tişt were dîtin, dema ku “li ser erdê” zelaltir bibe wê lîstikvanên sereke di bazirganîya bi hev re, li ser hesabê herêm yan welatan, çi tawîzan bidin, û ya herî girîng, gelo lîstikvanên jêopolîtîk wê qaîdeyên nû destnîşan bikin, ya lîstikê yan cîhan dê li gorî “qanûnên daristanê” bimeşe.

Hebûna aktorên girîng yên xwedî helwestên alîgirê Ermenîstanê di rêveberîya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê de geşbînîyê dixe nav gelek pisporan. Ev bi taybetî ji bo tayînkirina ermenparêz Marko Rûbîo wek wezîrê karên der û cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê Cêy Dî Vênsî rast e. Ara Poxosyan di wê bawerîyê de ye ku hebûna kesayetên alîgirê Ermenîstanê di rêveberîyê de dikare şert û mercên başkirina têkilîyan çêbike, lê ne garantî ye.

“Garantî di çarçoveya sîyaset û xebateke zelal ya armanckirî de têne çêkirin”. Heya ku xebateke zelal û bi armanc ji alîyê me ve neyê kirin, tu garantî nîne ku şert û mercên ku em di şeklê kesayetên ermenîparêz de hene, encamên ku dixwazin bidin. Mixabin, pêşanîyên ermenî yên eşkerekirî ne zelal in, ne zelal û armanckirî ne”.

Di heman demê de nakok û dilgiran biryara serokê hilbijartî yê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê Tramp ya betalkirina hemwelatîbûna ji dayîkbûnê ya amêrîkî ye, Reuters dinivîse.

Dewletên bi pêşengîya Dêmokrat û rêxistinên mafên sîvîl li dijî biryara Tramp gelek doz vekirine.

22 eyaletên Amêrîkayê bi hinceta ku Tramp qanûna bingehîn ya Amêrîkayê binpê kirîye serî li dadgehan dan.

Li gorî dozgerê giştî yê Masaçûsêtsê Andrêa Coy Kêmbêl, heger ferman bikeve merîyetê, her sal zêdetirî 150 hezar zarokên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ji dayîk dibin, wê ji hemwelatîbûna xwe bêpar bimînin. Biryara nû wê rê li ber van kesan bigire ku bêtir ji bernameyên cuda yên fêdêral sûd werbigirin, wek sîgorteya tenduristîyê, mafê xebata qanûnî, yan mafê dengdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button