SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: kuştina zarokan sûcê li dijî mirovahîyê ye

Mezlûm Ebdî li ser êrîşa Tirkîyayê gotîye: “Hedefgirtin û kuştina cotkarekî û zarokên wî sûcê li dijî mirovahiyê ye”.

Berê sibehê duh seheta derdora 04:00 a di êrîşeke bi dronan ya Tirkîyayê de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobanîyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 sîvîlan şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê X ê sersaxî ji xizmên wan re xwest.

“Sûcê li dijî mirovahtyê ye”.

Mezlûm Ebdî ji bo birîndaran jî hêvîya silametîyê kirîye û gotîye:

“Hedefgirtin û kuştina cotkarekî û zarokên wî sûcê li dijî mirovahîyê ye.

Divê hukumeta demkî ya Sûryayê berpirsyarîya xwe li hemberî kuştina welatîyan ya ji alîyê dewletên din ve bîne cîh.

Em ji hevpeymanîya navneteweyî û hêzên çalak dixwazin ku van cinayetan rawestînin.

Rawestandina şer ya li seranserê axa Sûryayê ji bo serkeftina qonaxa veguhastinê ya ber bi Sûryake aram û ewle ve, pêwîstîyek e ku nikare were paşguhkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button