H’emû nûçeSereke
Projeya derbarê endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda ji alîyê komîsîya Avroîntêgrasîyonda bi cûrê baş hatîye qîmetkirinê

“Projeya qanûna “Derbarê destpêka pêvajoya endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda” li komîsîya parlamênta Ermenîstanêye întêgrasîyona avropî hatîye qebûlkirinê.
Projeyê nava rojên nêzîkda bikeve nava rojeva civîna parlamêntê.
9 ê meha çile hukumata Ermenîstanê begemîya xwe dabû projeya derheqa destpêkirina pêvajoya bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda û paşê ew şandine parlamêntê.
Meha sibatêda dokûmênt hatîye qebûlkirinê.Komîsîya întêgrasîya avropî gerekê 3 ê adarê fikira xwe raber bikira û proje bişanda bona dengdayînê, lê rûyê pirsên têknîkîda dengdayîn hatibû paşdaêxistinê.







