
Rêbendeke grûpên çekdaran 5 welatîyên Efrînê revandine û ber bi cîhekî nedîyar ve birin ku metirsî li ser çarenivîsa wan heye.
Rewangeha sûrîye bo mafên mirovan 4 ê nîsanê belav kirîye, 5 welatîyên kurd yên ji navçeya Mabeta ya Efrînê dema ji Helebê vedigerîyan Efrînê, li rêbenda grûpa Emşat ya nêzîkî gundê Merenazê hatine revandin û ber bi cîhekî nedîyar ve birine.
Dîyar kirîye jî, endamekî grûpa Emşatê pêwendî bi malbatên revandîyan re kirine û li himber berdana wan daxwaza fidyeyê kirine. Tevî ku malbatan fidya dan çekdaran, lê dîsa jî ew her 5 nehatine berdan.
Rewangeha sûrîye bo mafên mirovan amaje bi wê jî kirîye, malbatên revandîyan ji berdewamîya girtina kesûkarên xwe nîgeran in û dibêjin ku metirsî li jîyana wan her 5 revandîyan heye.
Revandina van kesan di demekê de ye, di du rojên borî de rêkeftinek di navbera HSD û birêveberîya nû ya Sûrîyayê li ser taxên kurdî yên Helebê (Eşrefîye û Şêx Meqsûd) hatibû kirin.
Li gorî wê rêkeftinê, hêzên HSD û YPG ê ji taxên Eşrefîye û Şêx Meqsûd ber bi rojhilata Firatî ve vekişîyan.







