
Di nav platformên dîjîtal yên tirkî de, GZT.com ê bi profêsor, Çagla Gyûl Yêsêvîra, seroka beşa têkilîyên navneteweyî ya zanîngeha çandê ya Stembolê re hevpeyvînek pêşkêş kir û tê de pêvajoya çareserîyê ya ermenî-tirkî û ermenî-adirbêcnî analîz kirîye.
Li gor Yêsêvîyê, di van salên dawî de, di sîyaseta Ermenîstanê de hem di warê rêtorîk û hem jî di warê bîrdozî de guhertin têne dîtin. Hêza wan ya sereke ew rastîyên ku piştî şerê 44 rojî ya sala 2020 î hatin efirandin, piştî ku Ermenîstan dest bi avakirina polîtîkaya nû ya çareserîya herêmî kir.
Profêsor destnîşan dike ku “Ji hezîrana sala 2021 a û vir ve Ermenîstanê bi awayekî fermî bi Tirkîyayê re bêyî şert û merc pêvajoya dîyalogê daye destpêkirin. Niha di navbera Rûbên Rûbînyan û Serdar Kiliç de li ser asta nûnerên taybet danûstandinên dualî tên kirin. Firînên hewayî hatine rêstorekirin, ragîhandina hesinî di tamîrê de ye, tenê valahî ew e ku sînorên bejayî hîn girtî ne”.
Yêsêvî tekez dike ku di 15 ê adarê Paşînyan bi rojnamevanên Tirkîyayê re hevdîtineke gelek girîng pêk anî. Ew civîn bi qîmet bû, ji ber ku di wê de Ermenîstanê helwestên xwe pêşkêş kirin. Înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” hat raberkirin û Ermenîstanê careke din bal kişand ser girîngîya rêzgirtina yekparçeyîya ax û serwêrîya xwe.
Profêsor Yêsêvî destnîşan dike ku Ermenîstan niha hewl dide ku têkilîyên xwe yên bi Yekîtîya Avropayê re kûr bike û di heman demê de tevlîbûna xwe ya di Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî da biqerimîne. Ew rê nade ku berteka Rûsyayê negatîv be, li gorî pêşhatên Ûkraînayê û Gurcistanê.
Li gorî axaftvan, Ermenîstan dixwaze li herêmê sînorên vekirî, aktîvkirina aborî, îstiqirar û ewlekarîya herêmê hebe.







